Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bê edebî û bê hurmetiya niviskarê tirşikê] de;

9. êdî bûye rastiyek beçav û hêdî hêdî tama tirşikê xerab dike. eslê xwe de rasterast ji hev û din re -mîna di foruman de- bersiv dayîn ne li gorî formatê ye. (bnr: formata tirşikê) û eslê xwe de tu feydeya vê mijarê ji tu kesî re jî tune. lê weke rêvebiriya tirşikê em mijarê ne asê dikin ne jî jê dibin, heçiyê bixwaze bila li vir verişe û qet nebe bila bibe yekcar.

li ferhengên înteraktîf de ji sazî, rêxistin û şexsan re rexne û gotinên giran tiştên normal e lê taybetiya ferhengan ew e ku rasterast nivîskar ji hev û din re nabêjin tu, ez û hwd. û navên hev hilnadin. bi vî awayî qet nebe herareta pevçûnên dijwar hinek kêm dibe û kes ev çend aciz nabe.

neyse, ev mijar bû cihê verişînê, belkî herkes strêsa xwe bavêje.

lê ji kes ji admînan tu kesî heta niha ji tirşikê neavêtiye û ji ber sedemên wisa kes jî wê neyê avêtin û cezakirin. tabî ger dîsa nivîskar navên hev û din hilnedin û dijûn li hev nekin.



07.09.2013 19:02 | simurg56

5. ji ber ku heta niha peyamên ku tê de rasterast navê yekê hatiye hildan û dijûn lê hatiye kirin, hatine jêbirin; rewş nikare domdar be, ye. bûyera dawîn de jî wisa çêbûye.



07.09.2013 10:33 | simurg56

3. heye ku hebe. lê ger hebe tşta ku pêwist e were kirin gilîkirina peyamên wisa ne. wê demê wê ji bo nivîskarê ku vê peyamê nivîsandiye hişyariyek were dayîn û wê peyam were jêbirin an jî sererastkirin. ger dubare, sêbare bibe jî wê nivîskar were jêbirin.

lê çareseriya vê ne xwe enirandin û revîn e.

jixwe ya ku em dixwazin tirşikê de pêk bînin jî ew e ku weke efendiyan li vir bikarin bi hev re nîqaşê bikin, bêyî ku şer bikin û dijûn li hev bikin.



07.09.2013 09:42 | simurg56