Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka pîrozkirina sersalê] de;

2. mastûrbasyona oldarên tirkiyê ye.
ya ewil, ferqa noel û sersalê nizanin. yên zanîn jî dibêjin, divê misilman bi pîrozkirina sersalê neşibin kafiran.
tê bêjî qey camêran xwe bi temamî ji dinyaya kafiran îzole kirine bes maye pîrozbahiyên sersalê. kuro ehmeqno, ji cil û bergên we heta telefonên di destê we de; ji qanûnên we heta zordestiya we hemû tiştên we dişibin kafiran heta dişibe fîrawûnan lê ev ji bo we ne xem e.

bi qasê nîvê xebat û çalakiyên we yên ji bo protestoya sersalê, we ji bo zilm, neheqî û bertîlxwariya fîlan bikira, belkî welatê we hebkî bêtir bişibiya xelkekî misilman.

welhasil herkes jixwe dikare her tiştî pîroz bike. lê ji aliyê dînî ve jî pîrozkirina sersalê ne guneh e. heta ya noelê jî.



31.12.2018 23:37 | simurg56