Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêwitiya dirêj bi duçerxeyê] de;

1. tiştekî gelek xweş e.
berî niha herî zêde 30 km çûbûm. lê dawiya heftiya borî, ez, brusk56 û hevalekî din ku durçerxevanê profesyonel e, em bi duçerxeyên xwe di navbera sêwreg û amedê de çûn û hatin. yanî bi giştî 160 km.
tabî ne ewqasî hêsan e. kesê ku yekcar rabe û xwe lê bide, nikare. jixwe ji ber vê yekê, di nava mehekê de, min nêzikî 200 km antreman kiribû. li ser vê kondîsyonê, ji bo min zêde ne zehmet bû.

dema mirov bi bîsîkletê rêwitî bike, xwezayê bêtir dibîne û hîs dike. wext jî girantir dibe û mirov li jiyanê dihese. loma ji bo min kêfek mezin bû.
berteka gelê herêmê tabî hinekî cûda ye. zarok jî mezin jî nikarin wateyek bidin ajotina duçerxeyê.
em li derekê sekinîn û me şîranî xwar ji bo ku hinekî enerjî bistînin. bi xortên li wir re, me bi kurdî hinekî xeber da. neket serê wan bê ka em çima tiştek wisa dikin. me digot ji bo keyfê fîlan... lê nediket serê wan.

carekê jî zilamek serê xwe ji erbeya xwe derxist ku bi lez ji ber me re derbas bû û got "hello, good morning!!!". gêjo digot qey em turîst in.



26.04.2018 21:08 | simurg56