Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşa ku xewa meriv tê lê meriv hez nake razê] de;

2. hesta wan rojan e ku mirov nekariye ji xwe re wext veqetîne.
berê, ku wan deman gelek zêdetir dixebitiyam, ji kar dihatim, min xwarin dixwar vs û dibû wexta razanê. lê ger biketam nav nivînan wê zûzûka bibûya sibeh, dîsa kar û bar û wê dîsa bibûya şev.
mirov di vê sîrkûlasyonê de qene wext nabîne ku ji xwe re li mûzîkekî guhdar bike, tiştek bixwîne, ji xwe re hinekî tenê bisekine û li tavana odê binêre fîlan.
encax ger mirov ji wexta xwe ya razanê bidize, dikare ji xwe re wextekî wisa veqetîne. loma çav bixwazin jî dil naxwaze razê.
(bnr: aha ev hemû kapîtalîzm in)



01.05.2018 22:44 ~22:44 | simurg56