Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [balîç] de;

1. dema em biçûk bûn, me weke gelek zarokên kurdan, zêdetir ji nanê beqqalê hez dikir. taybetî jî navik wê ya mîna pembûyê... pîrika me ji me re navika wê derdixist û penîr û hwd. dixist nav de û mîna kûtilkan di destê xwe de li hev diquliband û dikir mîna topekê. balîça ku ez behsê dikim aha ev bû.

helbet ne tenê ev bû, nav nanê sêlikê de jî çêdibe lê dema ez peyva balîç û balîçkirinê seh dikim ev sahne tê bîra min.

(bnr: balîç kirin) (bnr: bike balîç)

ferhenagan de balîç tune lê şûna wê balîloçk heye. (ferhenga turkcekurtcesozluk.com'ê de ji bo peyva "DÜRÜM")

nizanim belkî jî ya me xelet be lê balîç xweş bûn.



09.09.2013 13:53 | simurg56