Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên xerza] de;

1. stranên ku dema em diçûn seyranê li erebeya bavê min de her lê dida.

min ji xeynî erebeya me de, li tu dereke din stranên/klamên wisa nebihîstine. ez bixwe jê hez dikim, belkî jî ji ber ku bîranînan tîne ber çavê min.

ev stran di kaseteke me de hebû ku li ser kasetê "stranên xerza" dinivîsiya. ji ku hatibû, çawa hatibû nizanim lê destê me de tenê kasetek hebû.

piştî ku êdî modeya kasetan rabû û dîskman, mp3 player û hwd. derketin êdî ev kaset jî hindik mabû were avêtin û wenda bibe. min kasetê bi alîkariya qabloya "line in"ê û veguhezt ser komputerê û kir mp3.

niha min li youtube'ê jî bar kir. ji vir aliyê a û aliyê b ya kasetê dikare were guhdarkirin:

stranên xerza beşa 1

http://www.youtube.com/watch?v=gm8aAM_1F6U

stranên xerza beşa 2

http://www.youtube.com/watch?v=Lp-q0eKD5vQ



ez bawer im ji bo ev cûre stranan peyzûk dihate gotin.



09.09.2013 13:59 | simurg56