Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [f/p] de;

4. termeke tirkî ye. weke li jor jî hatiye nivîsîn, wateya wê bûha/performans e.
hevokên mînak wisa ne:
- gelo di pîyasayê de komputera ku rêjeya f/p herî zêde kîjan e ku bikirim?

lê weke di peyama berî min de jî hatiye nivîsandin, ev bikaranîn şaş e. ji ber ku di eslê xwe de ev rêjeya f/p çiqas kêm be, ewqas baştir e. yanî lazim e mirov li bikeve li dû tişta rêjeya wê ya f/p herî kêm.
an jî divê mirov cihê wan biguhere û bêje rêjeya performans/bûha.
an jî em wê jî bikin kurdî û bêjin rêjeya kêrhatin-bûhayê

agahîya dîtir:
bi îngîlîzî dibêjin price–performance ratio (bûha-performans) an jî di cihên taybet de Benefit–cost ratio (feyde, kêrhatin-bûha).
her wiha bi îngîlîzî di cost effective jî tê gotin. wateya vê jî mesref-bandorkerî ye. yanî em bêjin we rezek heye, we traktorek kirî û her îşê xwe bi wê kir û we 15.000 mesref li traktorê kir lê wexta hilberînê hat û we tenê 16.000 tl fêkî çinî û ji te re tenê 1.000 tl kar me. wê demê mirov dibêje traktor ji bo karê me ne cost-effective e. yanî nahêje pereyê xwe.



13.05.2018 09:41 | simurg56