Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anydesk] de;

1. barnameyek ji bo pêvegirêdan û rêvebirina komputer û cîhazên dûr e. yanî bi saya vê bernameyê mirov dikare dîmena cîhaza dûr bibîne û

- bi komputera xwe, komputereke li cihekî dûr, bi rê ve bibe
- bi komputera xwe telefonekî bi rê ve bibe
- bi telefona xwe jî telfonekî an jî komputerekî bi rê ve bibe.

bikaranîna wê gelekî hêsan e. tenê mirov navnîşana komputera dûr dinivîse û pêl enterê dike. ji bo ku girêdan çêbe, divê komputera dûr jî vê yekê bipejirîne. ger komputera dûr ji xwe re şîfreyek dîyar bike, wê demê bêyî erêkirinê jî mirov dikare bi komputera dûr ve were girêdan.
(ji bo vê yekê divê mirov rêvebirê komputerê be, ango admîn be. di ubuntu/debian/linuxê de jî divê mirov bernameyê bi "sudo" bide destpêkirin û şîfreyê wisa dîyar bike. paşê mirov dikare normal veke)

teamviewer jî heman tiştî dike û popûlertir e jî. lê bi qasê min dîtî anydesk siviktir e. her dû jî li ser hemû platforman dixebitin (androîd, îos, windows, linux û hwd).

bi saya vê bernameyê (teamviewer astengkirî ye) li malê, dikarim xwe bi komputera xwe ya li kar vegirê bidim û gelek tiştan pê bînim.

Here lînkê



05.06.2018 23:57 ~2018.06.06 00:01 | simurg56