Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşan çeliker] de;

16. kurdîaxêv bû, serkeftî bû, jîr bû û niha populer e jî.

berî çend mehan li amedê çûm konsera wê ku li salona sezai karakoç bû û ev salon texmîn dikim bi qasî 2.000 mirovan hildide. salon heta devê xwe tije bû.
bi qasê di medyaya sosyal de dibînim, li konserên wên yên li bajarên din jî rewş wisa ye.
performansa wê ya zindî xweş bû.



6 roj berê 22:00 | simurg56

9. duh li ser youtubê, ji mala xwe, konserek zindî dabû. min nekarîbû zindî temaşe bikim lê paşê min ji serî ve temaşe kir. konserek kurt lê samîmî bû. ew û mêrê xwe hakan tenê bûn. min keyfê jê stand.
mixabin mêrê wê bi kurdî nizane û loma carna bi kurdî carna bi tirkî axaft rewşanê. lê gorî gotina wê, mêrê wê xwe hînî kurdî dike.




24.03.2020 15:32 | simurg56

6. stranbêja ku min bi saya peyama xeyda kifş kiribû berî mehekê. û gelek keyfxweş bûm bi nasîna wê. ji strabêjên nûjen hîç nakim yên ku dikevin nav stranên kevin û qaşo wan ji nû ve şîrove dikin, lê di rastîyê de weke gotina ahmet kaya "qebzên hilberandinê" ne.

lê vê xanimê di alûma xwe ya tov de berhemên gelek resen derxistine holê. jixwe bi taybetî strana bavê'm him super e him jî gotin jî aîdê wê ne. aha hunermendê ev e. ne wisa be ew îş tenê dibe hunermendî!ya dawetan.

li stenbolê konserek daye. li vir qeyda strana diçim diçim heye. performansek gelek serkeftî ye. bi gîtara xwe ya biçûk şovek gelek xweş pêşkêş kiriye.




dengê wê gelek xweş e. ger mesele deng be, ya aynurê fîlan jî xweş e. lê na, ya giring ew e ku ev xanim bi kurdî dikare bifikire, binivîse û di ser de jî bi gewrîya xwerû kurdî, bistire.



01.03.2020 12:16 ~12:16 | simurg56