Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shimano] de;

1. marqayeke japonan e.
gelemperî pêkhateyên duçerxeyan(bîsîklet) hildiberînin. li her aliyê dinyayê gelek berbilav e û ez dibêm di vî karî de bêguman yekemîn e.
dema we duçerxeyek kirî, marqeya wê çi be bila bibe, îhtîmalek mezin piraniya parçeyên wê yên vîtes û frenê shimano ne. (tabî em behsa duçerxeyek rastîn dikin, ne yên li marketan). ji ber ku %50ê van komponentên bîsîkletan, ji aliyê ê fîrmayê ve tê hilberandin.

fîrma di sala 1921an de hatiye avakirin. niha li gelek welatan, fabrîkayan vekirîye.
her wiha ji bo masîgiriyê û golfê fîlan jî tiştan çêdikin lê karê wan ya sereke duçerxe ye.

raqîbê wan yên herî mezin jî fîrmaya îtalî ya compagnolo û fîrmaya amerîkî ya sram e. (sram nêzikî %15ê pîyasayê vedigire.)



09.09.2018 21:53 | simurg56