Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [140journos] de;

1. platforma ragihandina nûçe agahiyan e ku di sala 2012an de hatiye avakirin. navê 140ê ji sînora karakteran ya twitterê tê û journos jî di zimanê fransî de wateya wê rojnamevan e.
muxalîf in lê ne ji wan muxalîfan in lê "bi awayekî" kêfxweş in. yanî qet nebe ji karê xwe hez dikin. li gorî rûpela wan ya aghiyê, sê cûre naverok diafirînin;
1- aktûel: li ser mijarên ku tên meraqkirin, reportaj û lêkolînên ku ji aliyên wan bixwe ve tên kirin.
2- spot: li ser mijarên kevin û yên di rojevê de, vegotina biqalîte ya pêvajoyan ku bi honaka afirîner û mûzîkê hatiye xemilandin.
3- so: wêne û vîdeyoên ku tê de çîrokbêjîya dîtbarî û vegotina hunerî li pêş e û bi bikaranîna rêbazên belgefîlmî û têginî hatine hilberandin.

min bîskek berê çi wergerand?? ez jî tam nizanim.

welhasil, ez wan li ser youtubeê dişopînim. vîdyoyên xweşik jî dikişînin lê ne hemû. di eslê xwe de ev demek dirêj e ku navdar e lê li tirşikê mijara wê çawa nehatiye vekirin, şaşwaz bûm. bi taybetî vîdoyoya "li amedê esmannasek" kurdan nas kiribû hinekî.
vaye ew vîdeo:



17.10.2018 22:50 ~22:51 | simurg56