Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [76 salan li benda diya xwe man] de;

1. hezkirinek, hêviyek, sebrek mezin dixwaze û ev yek ji aliyê cercis kaptan ve hatiye kirin.

berî 76 salan li mêrdînê diya wî, Cercis Kaptan daniye perestgeha Deyrul Zafaran ya suryaniyan û jê re gotiye "li vir bimîne li benda min, ez ê werim te bibim" ji wê rojê heta îro yanî 76 in ku ev zarokê ku niha bûye kalepîrek li benda diya xwe maye. diya wî ji ber sedemên aborî neçar maye ku bi du keçên xwe ve here surî û cercîs jî li vir hiştiye.

li perestgehê baxçevaniyê kiriye û dev ji vir bernedaye. herkes bi navê bahe gazî lê dike.

niha çîroka wî, derhêner Haydar Demirtaş yê mêrdînî kiriye dokumanterek wê di Antalya Altın Portakal Film Festivali'yê de wê were nîşandan.

derhêner ketiye pey şopa diya wî û dawiyê de xwişkek wî li sûrî dîtiye. lê derbarê diya wî de agahî nehatiye dayîn. lê ger mirov hesab bike cercîs bixwe niha 87 salî ye, îhtîmale saxbûna diya wî mixabin gelekî kêm e.

http://www.radikal.com.tr/fotogaleri/hayat/76_yildir_annesini_bekliyor-1150255



11.09.2013 10:33 | simurg56