Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji sûrî vekişîna leşkerên xwe ya amerîkayê] de;

4. ji rojan veguherî heftiyan û niha vediguhere mehan an jî demeke nedîyar. her roj trump tweetek din davêje û gotinên xwe nerm dike. peyamên dawîn yên ji amerîkayê ku dîyar dikirin wê bêyî ku kurdan biparêzin ew sûrî naterikînin, gelek baş bû.
tê gotin ku ji bo şerê daîşê, tirkiyê ewqas tiştinan ji dyayê xwestiye ku, şûna vekişînê, divê amerîka bêtir hêz bîne sûrî. heye ku amerîka vê yekê bike hincet û mesele wek destpêka xwe dîsa bi tweeteke sûrprîz ya ameîkayê betal bibe.



07.01.2019 22:30 | simurg56

1. gûxwarina trump e. berî 5-6 mehan jî hewl dabû lê pentagonê nehiştibû. lê vê carê wisa xuya dike ku wê bike. pentagonê dîsa nexwest lê nekarî pêşî li fermana serok bigire. loma wezîrê karên derve, dev jê berdide. van rojan, tirkiyê nîyet lê hebû ku êrîşê rojhilata feratê bike. lê piştî ku emrîkayê biryara vekişînê da, vê carê tirkiyê operasyonê paş ve xist. sedema vê yekê nayê zanîn. belkî wê bimîne li bendê ku amerîka leşkerên xwe komple jê derxe fîlan.
lê êdî ev jî heye;
eger amerîka û tirkiye li hev hatibin û dîsa bûbin şîrik, wê demê rûsya êdî çima destûr bide tirkiyê ku bikeve rojavayê? şûna hevkariya hsd û esad, çima bihêle ku tirkiye van deran vegire û tije cîhadîst bike?
piştî derketina amerîkayê, îhtîmal heye ku vêca rûsya, îran û sûrî bêje tirkiyê ku êdî wexta derketina wan e jî, ji ber ku ew jî bêyî destûra sûrî ketibûn axa sûrî.
ji aliyê din ve îsraîl, îngîlîstan, fransa û elmanya li dijî vê biryara trump in.

xwedê bike encamek bixêr derkeve ji bo kurdan lê rewş ne baş e.



21.12.2018 21:14 | simurg56