Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dr. avow] de;

1. stranbêjek ji kurdên sûrî ye.
min vîdyoyekî dara lalo nas kir. jixwe bi wî re dûetê jî kiriye:



ne xerab e lê jê re hê divê.
gotinên stranê;


Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê (Nayê nayê)
Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê
Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe
Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno
Tozê li erdêxin Xeta rakin Sînora rakin
Çavên wan derxin Agirê gurkin Bankin bêjin
Welat azad e Yek perçe ye Dijle û Ferat e
Ji bona welat Canê me xelat e
Mala we ava Seeta we xweş

We ronahî kirî Ji bu şevê reş Rabin hevbeş
Ji bu rojê reş Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş
Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş

Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê
Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê

Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe
Lê dayê negrî Riyê me ne dûr e
Zilxitê bike Dijmin nemane Hêstirê te barî Lê serî bilind e
Axa welat Buha ye buha
Ji buna wê me Xwîna da xwîn da
Dosa xwe me Me berneda
Xwîna me germ e Tu kanî xweda?

Kurdistan Li paş derî ye
Bane te dike Tu ne merî ye
Welat iro pir dinale
Dilê wê yî nazik neşewitîne
Rabe bangke Bangke
bêje Jiyana bê welat ticarî nabe
Canê xwe da Kurd û kurda
Li çol û çiya Efrîn koban
Me tirs berda Bûne feda
Xwîna me germ e Tu kanî xweda?
Ka ka kanî xweda?

Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê
Canê xwe da Kurd û kurda Efrîn koban
Me tirs berda Me tirs berda
Êy êy Me tirs berda

Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê
Rabin hevbeş
Ji bu rojê reş
Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş



12.04.2019 22:16 ~22:17 | simurg56