Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [abr] de;

1. kurteya auditory brainstem response e. ev test wek bera jî tê zanîn.
testek ji bo fêhmkirina kapsîteya bihîstina/sehkirina mirovekî. di xew de tê çêkirin. yanî divê nexwe razayî be. piştî razanê, hinek elektrod li serê nexweşî ve tên girêdan û bi komputerê, sînyalên ku ji mejîyê mirov tên, tên pîvan. bi berguhkan dengên weke "klîk"an tên lêdan û bi riya elektrodan bersivê ji mejî tên, tên qeydkirin.
test naêşîne, herî kêm saetekê lê ji bo testekî baş carinan 2-3 saet lazim dibe.
bi giştî zarok, zehmet e ku di demek evqas dirêj de, di xew de bimînin. loma divê zarok têr û bêxew bin dema hatin testê. ger dîsa jî nebe, carinan derman tê dayîn zarokan ku razên. (bnr: klorhîdrat)



27.07.2019 19:40 ~19:41 | simurg56