Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fiona kolbinger] de;

1. xwedekarê onkolojîya pedîatrîk e. yanî bijîşk e.
îsal di pêşbaziya transcontinental raceê de di nava 265 kesan de -ku 225ê wan mêr bûn- bû yekemîn, bû şampîyon.
di nava 10 rojan de 4.000 km rê çûye. (ji aliyekê ewropayê heta alê din) hinek rojan tenê 3 saetan razaye û bi şev jî pedalkirinê dewam kiriye. jixwe ferqa wê ya ji hevalên xwe jî hinekî ev bû. li ber bêxewîyê gelekî zexm e. rojê 400 km rê çûye ku ev hejmarekî gelekî baş e. duçerxevanekî li ser hemdê xwe, helbest xwe bide zorê, dikare 400 km biçe. lê ya zehmet ew e ku 10 rojan li ser hev, vê yekê bike.
xanim ev e:
Here lînkê
ev cara ewil e ku tevlî vê pêşbaziyê an jî pêşbaziyeke din ya navnetewî dibe. jixwe ji ber vê yekê ye ku herkes pê matmayî ma. lewra kesî wê nas nedikir. lê niha di dinyayê de bû rojev.



10.08.2019 22:54 ~22:55 | simurg56