Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî de tunebûna daçeka pirsê] de;

1. rewşeke seyr e ku belkî tu zimanekî din de tune be.

kurdî de ji bo ku mirov wate bide hevokê, axaftinê de kirpandinê bi kar tîne. nivîsandinê de jî sembola pirsê yanî '?' bi kar tîne.



weke mînak di hevoka li jêr de, tişta ku li me dide zanîn ku hevok tiştekê dipirse tenê sembola '?' e.

- te îro hêkan berhev kir?

ger ew jî tune be , mirov nizane ku hevok, hevokeke pirsê ye.



ji aliyê din ve, zimanê axaftinê de ev sembol nikare were bikaranîn, li şûna wê mirov kirpandinê, yanî zêdekirina dengê/tund kirina dengê bi kar tîne.



xuya ye ev rewş êdî ji aliyê gelek kesan ve tê zanîn ku êdî televîzyonên tirkî de jî bi awayeke zanistî tê bikaranîn û bi vî awayî kurdbûna karakteran tê kirpandin. karakter çi baş be çi nebaş be.



yên vê xwendin, ji vê jî hez kirin: (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê)



13.09.2013 22:45 | simurg56