Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zrîng] de;

14. dîsa bi hejmarek xweş derketîye. di vê hejmarê de özgür amed jî heye bi nivîsekî xwe.
di vê hejmarê de çend kitekitên gelek xweşik hebû ku bala min kişandin.

di karîkatûra bi navê "barîkatên bajarê diyarbekir" de, li kêleka meymûnan barîkateka polîsan heye. çawa min ev dît fîlma 2001: a space odyssey hat bîra min. paşê dema di wêneya dawîn de jî meymûnê dest bi hestî û wehş dît, min zanî ku rasterast silav dide vê fîlmê. bi rastî jî bi awayekî xweşik bi cî kirine di nava mijarê de. peyam jî ev e ez bawer im: tişta ku mirov vediguherîne çawa carina zanist an jî ol be. carinan jî dewlet e ew tişta ku mirovan dike hov. min gellek eciband.

rûpela hestû ya ronî battê, vê carê bi mottoya "dû! dû hest! dû hestû!" derketibû ku ev jî komedîya strana du hast ya rammstein e.

min bi giştî ji hejmarê hez kir. rûpela tirşikê jî xweş e. jixwe mirov dikare di nava saetekî de biqedîne. min tenê nivîsa ender ozkahraman neqedand. ji ber ku bi zimanekî giran/nexweş hatibû nivîsandin. îhtîmalek mezin bi tirkîyek "ağdalı" hatiye nivîsandin û paşê li kurdî hatiye wergerandin. wergera nivîsên wisa qet nayê xwendin. him nivîsa orjînal îhtîmalek mezin xwedî tevlîhevî û giranîyek beredayî ye him jî dema wergera wan tên kirin ne li gorî gîyana kurdî tên wergerandin. ji ber vê yekê nivîsên wisa piranî naxwînim. di ziryabê de jî nivîsên wisa hene.

di hejmarê de mijara wêneya perwerdekarê kûsîyan jî hatîye vegotin. navê wê kirine terbîyekarê kîso. van rojan di tirşikê de jî behsa wê hatibû kirin. tesadûfek xweş.

beşa mamo ya "em wekî goşt û neynok in" jî gelek watedar bû. destpêka karîkatûran eyn wek pirtûka guherîn franz kafka bû. rexneyek pir serkeftî ye ji bo xerabîyaya tirkmancan.

ji alîyê xêzan ve beşa her serkeftî ya ender ozkahraman e lê ji alîyê çîrokê ve nikarim heman tiştî bêjim. ev du hejmar in çîroka wî dewam dike lê min tu zîrekîyek tê de nedît heta niha. belkî bi dawîya çîrokê xweş girê bide. em ê bibînin.



01.12.2019 20:26 ~20:33 | simurg56

8. hejmara xwe ya duyemîn derxistîye. min ji pirtukakurdi.comê xwest û aniha hat ber destê min. hêvî dikim ji ya ewil jî çêtir be.



30.11.2019 16:20 | simurg56

7. îro hat ber destê min û min bi qasê nîvê wê xwend.
kovar ne tenê bo qerf û henekan e. jixwe wan jî wisa ravekirine armanca kovarê. lê tê de mîzah jî heye tabî.
ji alîyê xêzkirinan ve, ji hêvîyên min gelekî çêtir e. ji aliyê henek û dîalogan ve jî ne super e, ji bo destpêkê baş e û jixwe min jî wisa hêvî dikir. di vê rewşa bedbîn ya sîyaseta kurdan de jixwe tiştekî ji vê çêtir nabe, nikare bibe.
rîya wan vekirî be. eger xwînerên kurd xwedî lê derkevin, bawer dikim riya wan wê vekirî be.
Here lînkê



09.10.2019 22:41 ~22:41 | simurg56

6. bi hejmara xwe ya ewlîn derketîye pîyasayê. min sîparîş da û bi meraqekî mezin li bendê me.



06.10.2019 00:15 | simurg56

2. mizgînîyek gelek xweş e. îşelleh karekî profesyonel be. ji niha ve gelek meraq dikim. min gelek dixwest min bikariya karîkatûran xêz bikira û kovarek wisa derxista lê mizabin tu eleqeya min pê tune. gelek caran ketiye aqlê min ev fikr.



22.09.2019 21:20 | simurg56