1. Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye gotin. Stranek xweş çêkiriye ji helbestê. Gotinên stranê: Di nêv xewnên şevan dilber dibênim Li dêman ayeta rindî dixwênim Ji tovê miskê biskê, dane da min Ji bo ko ez di nêv dil da biçênim Dema rabim ji xew sermest û gêj im Perîşan û nexweş, bêweş dimênim Dixwazim ko bi diyarî bidme yarê Nizanim, bi kê re ez bişênim Çi bêjim, pîr û kal û şermesar im Di vê rê de divê perdê hilênim Bere her kes bi min qerfa bikî bes Li cem dilber tenê şêrîn bimênim Xwedêkî qet mebêje kale Seyda Ciwan im, dilşiyar im, ten bi tên im Serî çendan spî bûye, belê ez Wekî gundek mezin ava û şên im Eger dilber ji dil destan bidî min Ezê eywanê jê re nû vejênim Eger şêrîn, lebê şêrin bidî min Wekî Xesro cihanê rahejênim Delala min di nav destên neyara Dixwazim wê bi zorê rakişênim Mebên Seyda Cegerxwîn bûye kale Dive nemrim heta dilber bibênim |
|
11.10.2019 19:43 ~2019.10.17 17:05 |
simurg56
|