Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi otostopê ji tirkiyê çûna başûr] de;

1. min tê derxist û pêkan e.

duh wextê ji dîlokê ber bi mêrsînê ve diçûm li ser otobanê rastî xortekî hatim ku çenteyek biçûk li piştê bû û destê xwe ji erebeyan re radikir. ez li ratsa wî hatim û min ew stand erebaya xwe. tabî weke du kesên biyanî me dest pirsên derheqê hev û din de, kir.

navê kurik bexwedan bû (nasnameyê de berhudan). got ez li enqerê dixwînim û bi otostopê çûme mêrdîn û kurdistana bakur û ji wir jî dîsa bi otostopê çûme kurdistana başûr *, li silêmanî, dihok, hewlêr û hwd. geriyame û niha jî vedigerim enqerê. bi rastî ez şaşwaz bûbûm. neyse ez hîn bûm ku ji malabata wî tenê haya diya wî ji vê rêwitiya wî heye û ew jî li mêrsînê ye û nav tirsekê de ku kurê wê here û venegere, yanî here çiyê.

neyse, min jî pêşniyar kiri ku şûmna ku wî dênim ser riya enqerê, wî bibim mêrsînê ku diya xwe bibîne. wî jî qebûl kir û min wî bir mêrsînê, li sekingeha otobusên nav-bajêr peya kir û hinek pere dayê.

bi rastî him kêfa min jê re hat him jî jê aciz bûm ku diya xwe xistiye nav tirsekî wiha.



wextê min erebê de mûzîka kurdî vekir, berxwedan got "oxx yaw min bêriyê kiribû. li başûr hebe tune be inrahim tatlises guhdar dikin, ez jê kerixîbûm" bi vê gotina wî min dîsa fêhm kir ku gotinên bi vî rengî yên derbara başûr de, mixabin rast in. her wiha dîsa wî jî weke herkesê çûyî başûr, behsa tembêlbûna wan û hwd. kir.



dawiya dawîn dixwazim vê bêjim, ev bûyer nîşan dide ku mirov bi otostopê, bi ewlekarî dikare here başûr û vegere. mîna turîstên ku li anatolyaya navîn û bajarên tirkan tên kuştin, kes we nakuje û tecawîzî we nake.



15.09.2013 14:45 | simurg56