Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [casio f-91w] de;

2. modelek qedîm e. dema biçûk bûm, xeyala min bû ev saet. min gelek li ber xwe da û ji kevnefiroşekî yekî kevin û şikestî peyda kir. jê re qayîşek dît û bi zemqê pê ve danî. min gelek jê hez dikir.
te dît hingî kevin dibe, qayîşên wan êdî hişk dibû û hêdî hêdî ji kêlekên xwe diqelişîya. vêca ji ber wê, kengî ez diçûm hemamê, min saeta xwe diavêt nav ava germ. heta min serê xwe dişûşt, ew jî nav ava germ de nerm dibû, dibû wek hêvrîşimê. bi rastî jî bi vî awayî qayîşa wê qet neqelişîyabû.

niha ez saet bi kar naynim lê ger bi kar bînim, ez ê dîsa wê bistînim.



26.11.2019 18:05 | simurg56