Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nasır usta] de;

1. li amedê xwaringehek ya kebabê ye. li gorî agahiyên di malpera fermî de, nasir hoste ji bismilê ye bi salan li edenê vî karî kiriye û paşê hatiye li amedê cihek vekirîye.
xwaringeh nêzikî qada şêx seîd e. heta niha 4-5 caran çûme. xwarinên wî ne xerab in. bi kebaba edenê navdar e lê ya rast li gorî min ew kebaba w hinekî zêde bi dohn e. ji min re giran e. servîsa li ber xwarinê tê xweş û zêde ye. bi taybetî ecûna ku tîne, li ber dilê min xweş e.
dema bi kurdî diştexilim, piranî bi kurdî bersiv didin karkerên wan.



30.11.2019 15:44 | simurg56