Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kamp] de;

1. çalakîyek gelek xweş e. li cihê ku kamp lê hatîye danîn çiqas heşînahî lê hebe û menzere çiqasî xweş be, keyfa ku mirov jê distîne ew qas zêde dibe. tiştên herî xweş yên aîdî kampê jî çêkirina çayê ye li ser agirê daran, sohbeta li dora êgir e ku heta dawîya şevê venamire û bêguman sibeh zû rabûn e ku çawa ji konê xwe derkevî, xwe di nav xwezayê de dibînî.

tabî ji bo min kampa herî xweş ew e ku bi duçerxeyê mirov here cihê kampê. îsal me du caran kampên wisa çêkirin û her du jî ji hev û din xweştir bûn.

ji bo kampê gelek alav lazim in. ji bo xwarin vexwarinê, ji bo li xwe kirinê, ji bo cihê razanê û tiştên elektronîk... ya min aniha tenê konek (guntack brabus 4), 3 heb mat û sendelîyek portatîf heye. xwedê hez bike çawa ku dinya xweş bû, ez ê hê gelek caran kamp bavêjim û kêmasîyên xwe temam bikim.
ez ne li wir bûn lê tiştek wisa jî hebû: yekem kampinga tirşikvana li nemrûdê



30.11.2019 18:31 ~18:31 | simurg56