Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guntack brabus 4] de;

1. modeleke konên kampê ye. min berî 3 mehan fîlan kirî û heta niha 2 caran bi kar anî.
mezinahîya wê 210 x 210 cm ye û ev mezinahîyek gelek baş e. jixwe sedema kirîna min jî ev bû. da ku em jin û mêr û 2 zarok bikarin tê de bi cî bibin. li gorî îdîa dikin av lê naçe, yanî din baranê de tiştek lê nabe. lê tabî ev ne konek ji bo zivistanê ye, eger baranek zêde û domdar lê bibare, îhtîmalek mezin wê lê biçe.
giranîya wê 2.6 kg ye û ev jî ji bo min girîng bû. min heta niha tu kêmasîyek berbiçav ya wê nedît. lê di şeva me ya duyemîn de, ku serma ketibû bin sifirê, em tê de cemidîn. ev jî normal e ez dibêjim. ev kon ne ji bo van sermayan e.
di bikaranîna duyemîn de quncekê wê xwe ji muşambaya wê berda. min hinek zêde kişandibû lê dîsa jî diviyabû bernede. min bi hêsanî tamîr kir.
malê tirkan e, vê jî bêjim.
yekemîn kona min e loma min tiştekî wisa kirî. eger vî karî bidomînim îhtîmalek mezin ez ê an yekî quechua arpenaz fresh & black bikirim an jî modelek ji husky.



30.11.2019 18:42 | simurg56