Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vegannazîzîm] de;

5. tekane sedema nefreta ji bo veganan e.
li gorî min veganî helwestek wijdanî û heq e. ez bi xwe vêga bi tu awayî vê yekê nefikirim jî, rêzê ji bo wan kesan digirim. lê ev rêzgirtina min heta vê derê ye:
1- protesto û provakasyonên wan yên cirnexweş.
2- îdîaya wan ya ku dîyeta vegan bes e û heta ji goştxwarinê baştir e ji bo tendûristîyê.

ev her du tevgerên wan hemû sempatîya ji bo wan, vediherîne antîpatîyê.

belkî di pêşerojê de goştê heywanan di labaratuaran de bikare were hilberandin. wê demê wê hewceyî bi serjêkirina heywanan nemîne. heta wê demê, ez bawer nakim ku bikare bibe tercîha piranîya mirovan. lewra bedena mirovan ji bo xwarina goşt dîzayn bûye. çi bi destê xwedê çi bi werarê be, teşeya diranên mirov îspata wê ya herî mezin e.

ji alîyê din ve berî demekê derket holê ku fenomenek vegan yê li youtubê di weşandek zindî de bi xeletî ketibû ber ekranê û hatibû dîtin ku masî dixwe. yanî ev mesele hinek jî bûye bazar. propagandaya wê, xwarinên wan yên taybet û hwd.



04.12.2019 22:30 | simurg56