Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [polîsê baş polîsê xirab] de;

1. (bnr: good cop bad cop)

Teknîka lêpirsîn û bazarê ye. Bi taybetî di fîlmên polîsîye de tê dîtin. Pêşîn polîsê xirab girtî an jî kesê tê lêpirsînkirin ditirsîne û tahdeyê lê dike. Paşê polîsê baş tê û rîyek nîşanî meriv dike ku bikare ji vê rewşê xelas bibe.

Ev sahne klasîk e. Lê di her qada jîyanê de jî rewşên wek vê tên dîtin. Weke mînak ji nav hikûmetê hinek derdikevin û behsa gavên pir xirab dikin paşê piştî bertekên raya giştî wê gava xwe hinekî nerm dikin lê plana xwe pêk tînin.



07.12.2019 23:37 | simurg56