Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [avtîtû] de;

1. Vexwarinek kurdî ye. Ji binerdkê tê çêkirin. (bnr: binerdik) (yên bi cûreya tirpên spî)

Hinek hevîr, savarê gir û hevîrtirş tê tevlîhevkirin û stirhîn. Dû re ev hevîr di nav kincekî de ji bo bi qasê 3 rojan tê girtin. Bi vî awayî hingî we bivê tirş dibe. Paşê di firaxekê din de hinek binerdik yên qeşartî û xwê tê kelandin. (Hinek vê nakin).
Paşê di firaxekê mezin de ew hevîrê tirş ya di nav kincê de, di binê firaxê de tê bicihkirin û ew binerdik û ava wê lê tê zêdekirin. Çiqas wisa dimîne tam nizanim lê paşê ev ava wê û libên binerdkan jê tê standin û tê vexwarin.
Ev pêvajo gelek dişibe çêkirina şelxemê.

Min qet venexwariye lê li gund gelekî navdar û berbilav e. Dema ev pêvajo çêdibe, tê de alkol jî peyda dibe nizanim lê ez bawer in tenê laktîk asîd dihewîne)
Ji bo êşa îro dîlan tê pêşniyarkirin. (Îhtîmalek mezin ji bo ûr ji feydeya wê zêdetir zerara wê heye)

Ger bibe nesîb û vexwim ez ê tam û dîmena wê jî parve bikim.



08.12.2019 11:31 ~11:31 | simurg56