Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêl hêkan kirin] de;

1. biwêjek xweşik e. di du rewşan de dikare were bikaranîn;
- ewqas hêdîka meşîn ku heçko li ser hêkan were meşîn. (pir hêdî bûn)
- ewqas bidîqat meşîn ku kes pê nehese. (pir bêdeng bûn)

di pirtûka dûvpişk bi xwe venade ya edîb polat de bi wateya duyem hatîye bikaranîn:
"Zilamê xwedîçek, ji ser dezgehê rabû, rahişt çekê û ber bi serê kuçeya aliyê başûr ve meşiya. Akif ji ber taldeya dîwêr derket, mîna ku pêl
hêkan bike
bi pozên pêlavê liviya. Kirpe kirpa berfa hişk, deng ji siya wî dianî û ew wekî mirovek bêbeden û bêgiyan bi zarî wî dikir. Hêdîka
derbasî aliyê din yê kuçeyê bû û pêl bijkoşka zengilê derî kir."

di vê vîdyoyê de jî bi wateya yekemîn tê bikaranîn:
Here lînkê



08.12.2019 22:44 ~22:45 | simurg56