Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xanîyên axî] de;

9. li hinek hereman, ji ber axa ku asbest dihewîne, dibe sedema nexweşîyên giran.
di sala 1980an de rêxistina tendurîstîyê ya cîhanê da zanîn ku ev made dibe sedema kansera pişan. rîska vê kanserê %500 zêde dike. ger di ser de cîgare jî were vexwarin ev rîsk dibe %5000-9000.

ev mînerala bi navê asbest di nav axa spî de tê dîtin. ji hêmanên magnezyum sîlîkat, kalsîyum-magnezyum sîlîkat, hesin-magnezyum sîlîkat an jî sodyum-hesin sîlîkat pêk tê.
ji ber ku li hember germayî, madeyên kimyewî û zemên gelek quwet e, di çêkirina avahîyan de ev bi hezaran sal in tê bikaranîn. berê di sanayîyê de jî hatîye bikaranîn heta ku hatîye qedexekirin.

dema ji ber peritîna dîwar mîwaran tevlî hewayê bibe, bi standina nefesê digihe pişên mirov û nexweşiyên lê peyda dike. ev bandor zûzû çêneba. di nava 10-50 salan de tesîra xwe nîşan dide.

dibe sedema gelek nexweşîyên dil û pişê. di serî de jî kansera pişan ya bi navê malîgn mezotelyoma û asbestozîs. mixabin tedawîya van nexweşîyan jî tune.

li kurdistanê jî li gelek deveran di seyandina malê axî de ev ax tê bikaranîn. mirovên ku di van xanîyan de mezin bûne, di bin talûkeyekî gelek mezin de ne.

mixabin berî 4 salan dîya hevalekî min ê doktor jî ji ber kansera girêdayî vê meselê, jîyana xwe ji dest da.



28.12.2019 21:45 | simurg56