1. strana rotînda ye.
ev stran her tim bala min dikişîne. ji ber ku tê de behsa evîna di navbera du şervanan de, tê kirin. em nizanin dualî ye an na. heye ku platonîk be jî. û em dikarin bêjin ku evînek homoseksûel e jî.
ev yek çawa bala kesî nakişîne nizanim. ji ber ku bi qasê dizanim di nav rêxistinê de ji bo tiştên wisa destûr tune û jxwe divê nebe jî.
belkî jî zikreşîya min be, nizanim.
"kerba/tirsa dilê min
ne ji mirinê bû
tenê min dixwest ku
tu bizanibî
ji te/wî hez dikim
lê em şervan bûn
li ser zagrosan
dilê me zelal bû
qasê a vîyan(?)
carna mirin dihat diçû
carna di nav şer de
tenê min çavê te/wî dinêrî
bes bû ji min re
ber devê avaşîn
li gelîyê zapê
li basya çarçêla
em meşîyan bi hev re
tu car ji bîr nakim
lê em şervan bûn
li ser zagrosan
dilê me zelal bû
qasê a vîyan(?)
carna mirin dihat diçû
carna di nav şer de
tenê min çavê te/wî dinêrî
bes bû ji min re"
vîdyoyê veke
|