Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [miqilka darêj] de;

1. miqilka ku rasterast bi darijîna hesina helandî, tê çêkirin. taybetîya wê ew e ku stûr û giran in û bi saya vê yekê dikarin germahîya êgir di nav xwe de kom bikin. ji bo muhrkirina goşt, lewma ev miqilk tên bikaranîn. hebkî tama manqelê jî didin xwarinan. her wiha sewze fîlan jî li ser tê çêkirin, heta nan jî.
bi hêsina darijtî ji xeynî miqilkan, quşxane û hwd. jî tên çêkirin.

dema ev alavên mitbaxê tenê bi hesina dariijtî werin çêkirin, îhtîmala zeng girtina wan zêde ye. ji bo ku ev nebe, divê gelek bi baldarî were bikaranîn. ji ber vê rîskê hundirê wan bi emayeyê tên girtin. wê demê rîska zengê namîne.

bûhayê wan ne zêde ne. li tirkiyê bi qasê dizanim yên bêyî emaye, nayên firotin ji ber ku qedexe ne.
bi tirkî: döküm tava, bı îngîlîzî: cast iron grill
ji bo kurmancîya wê li benda pêşnîyaran im. em dikarin sernavê biguherînin.



23.01.2020 16:49 ~16:51 | simurg56