Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [24.01.2020 erdheja elezîzê] de;

14. bobelata ku li me nîşan da ku ev dewlet nikare krîzek mezin îdare bike. îro jî jinek û zaroka wê ya 2.5 salî ji bin kazilan sax hatin derxistin. destên wan sax bin lê xuya ye hejmar an jî derfetên wan ne bes in. ji ber ku ev bû nêzikî 2 rojan ku bûyer qewimî. eger têra xwe tîm û derfet hebûna, wê di nav çend 12 saetan de hemû kesên zindî hatibana derxistin.
Here lînkê

di vê navberê de hejmara miriyan gihiştiye 35an.



26.01.2020 13:43 | simurg56

5. erdheja herî mezin bû ya van salên dawîn. hejmara miriyan gihştiye 21ê. wê zêde jî bibe. heta niha tê zanîn ku 30 avahîyî hilweşîyane.
çawa ku erdhej çêbû, heyvesora tirkan (kizilay) peyamek weşandin ku heçî dixwaze dikare peyamek binivîse û bişîne nizam kîjan nimroyê û dikare 10 tl alîkarî bike. bênamûsno, tê bêjî qey wê di wê saetê de bi wan pereyan herim marketan û ji bi mexdûran tiştan bikirin. di 20 salên dawîn de li ser navê erdhejê bi katrîlyonan pere berhev kirin lê hê jî parsekîya wek ya ber derîyê mizgeftan dikin.



25.01.2020 11:43 | simurg56

1. Bûye sedema mirina 4 (rojane:35) kesan. Ji ber ku wê gavê ez di rê de bûm, haya min pê çênebû lê dema hatim ber derî, min dît ku herkes ji avahîyê direvin. Min jî zarokan girt û em derketin. Aha bû ev saet û em vegeriyan malê.
Hema bêje li hemû bajarên Kurdistana bakur hatîye pêhesîn.
Wisa texmîn dikim ku wê hejmara miriyan jî zêdetir bike. Berî çend mehan dîsa li heman navçeya Elezîzê erdhej çêbûbû û em tirsiyabûn.



24.01.2020 22:53 ~2020.01.26 13:43 | simurg56