Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kezebşewitî] de;

1. li sêrtê, li aliyê me gotinek belave ye.

ji bo şêweya kirina tiştekê ya "bi daxwazek gelekî mezin, heç wekî berî niha nedîtibe, heçko hêrsa xwe jê bistîne, mîna ku dinya nedîtibe, û gelekî bihêrs" tê gotin.



- me vî rebenî li ber derî dît û çawa ku me qetek nan dênî ber, wisa kezebşewitî xwar ku mu dibêje qey ji roja ji jîr qut bûyî, xwarin nexwariye.



bi taybetî dema mirov tiştekî wenda bike, têk here û hwd. û paşê keys bikeve destan jî, tê gotin.



- piştî ku ji erdê rabû û dît ku berçevka wî bi kulma hevalê wî şikestiye, welê kezebşewtitî rahêlayê û bi derbekê rebenê gewr êxist erdê.



19.09.2013 21:36 | simurg56