Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beyran] de;

4. xwarina ku tê de pepik tune. lê sîr zehf heye ew rast e *



18.06.2015 18:11 | simurg56

1. xwarineke dîlokê ye ku weke parêva sêrtê sibeh/beriya nîvro tê çêkirin û xwarin.

lê êdî hema bêje her saetê rojê peyda dibe.

eslê xwe de şorbe ye. ji birinc, goşt û donê stûyê berxan, bîberên pul, lîmon, xwê û ji sîr tê çêkirin. tabî baharat jî.

ez ê ku zêde nikarim tîjatiyê bixwim, ji vê xwarinê gelekî hez dikim.

li dîlokê bi taybetî li xwaringehên metanet, kelebek, yesemek, ali usta û hwd. xweş tê çêkirin. lê berevajî yên din li metanetê, hê jî piştî nîvro nayê peydakirin.

ev şorbe di lalîkên sifir de tê pêşkêşkirin, ez bawer im ev jî tama wê zêdetir dike.



li ser kesên weke min, bandora bombeya gazê dike. dema xwarinê re, ji hemû laşê min xêdan davêje û ji hestir ji çav, dev û pozê mirov diherike. (tabî belkî hemû ne hêstir bin jî *)



26.09.2013 15:38 | simurg56