Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enerji tasarrufu genel müdürlüğü] de;

1. saziyek xeyalî ye.

berî çend deqeyan ji telefona 0 212 912 12 12 li min geriyan. navê min rast zanîn. fatureya avê û mesrefa min a mehane ya ji bo benzîna erebeyê pirsiyan. paşê dîsa bankaya ku ez pê re dixebitim jî, rast zanîn. gotin ku wê kodek 6 reqem bidim min û wê cîhazek bişînin navnîşana min û bi vî awayî ez ê heta dawiya emrê xwe avê û benzînê %30 erzantir bi kar bînim. lê tam wê navberê de teleefon qut bû.



paşê min ser înternetê lêkolîn kir û xwend ku saziyek wisa tune û ev şebekeyek xapandinê ye. piştî van gotinan ji mirovan ji xeynî 4 reqemên ewil, reqemên din yên nimroya karta krediyê dixwazin. lê belê jixwe ev 4 reqemên ewil ger navê bankayê were zanîn, jixwe her tim eynî ye.



welhasil ger rasta we were, hay ji xwe hebin nexapin.

li benda telefona wan im, ku dîsa bigerin, min dijûnên xweşik amade kirine *



26.09.2013 17:45 | simurg56