Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endezyar.org] de;

2. malpera ku encamên xebatên komek mîmar û endezyaran diweşîne.

ev kom li amedê her heftî dicive û ji bo peyvên teknîkî peyvên kurdî dibînin/diyar dikin/diafirînin. heta niha ji bo bi hezaran peyvan encam standine.

encamên xwe di vê malperê de diweşînin. lê ne hemûyan. her wiha weke broşûr jî çap dikin. (berî çend mehan ez bawer im bi kokteylek li amedê weşandinbûn)



sazkerê vê malperê ji min alîkarî xwestibû û bi alîkariya min vê malperê de peyvên xwe weşandibû. lê min her wiha wergera kurdî ya bingeha sîstema malperê jî jê re rêkiribû û nivîsandibû çawa dikare zimanê kurdî de paldana nivîs û malperê bide aliyê çepê. malperê kiriye kurdî lê mixabin hê jî dema mirov kurdî hildibijêre, malper mîna zimanê erebî pala xwe dide aliyê rastê. ez ji vir dîsa dixwazim ku rast bike.



28.09.2013 21:44 | simurg56