Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [noşîrwan mistefa] de;

6. (bnr: noşîrwan mistefa)



15.03.2014 23:15 | simurg56

1. ji silêmaniyê ye. sala 1944an de ji dayik bûye. ji xeynî kurmancî û soranî zimanên weke erebî, farisî, îngîlîzî û elmanî dizane. li zanîngehên bexda û viyanayê xwendiye.

1960ê de tevlî pdkê bûye lê di demeke kurt de jê veqetiyaye.

1970ê de rêxistina xwe ava kir; komala. heta sala 1992an jî serokê vê rêxistinê bû. (ev rêxistin li ser xeta marksîst-çepgir bû)

1975ê de bi tevgera celal talabanî re bû yek û rêxistina ynkê ava kirin. û ji wê rojê vir de bû zilamê duyemîn yê ynkê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Noşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.

1976-1992ê de serfermandarê pêşmergeyên ynkê bû.

paşê Noşîrwan sala 2006an de ji ynkê veqetiya û xwe da karên çapemeniyê. cengiz çandar dibêje ku hê berî gelek salan ji wî xwestiye ku karên sazkirina dezgehên çapemeniyê de alîkariya wî bike. lê çandar nekiriye/nekariye alîkarî bike. lê wî bixwe dest bi kar kiriye û niha xwediyê kompanya wişe, malpera sbeiy û rojnameya "rojaname" ye. televîzyona satalîtê ya bi navê knnjî aîdê wî ye. Noşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe.

noşîrwan paşê partiya xwe; goranava kir û ket hilbijartina 2009ê û vê hilbijartinê de pdk ya barzanî 30, ynk ya talabanî 29 û partiya goran jî 25 wekîl derxist. bi vî awayî hêza ynkê bi awayeke xurt şikand û bû mûxalefeta herî mezin; ji ber ku koalîsyona ynk-pdk bû îktîdar.



hilbijartina îlona 2013an de jî pdkê %37 deng stand. ji aliyê din ve goran %23 û ynk ya talabanî jî %17 stand. û bi van encaman êdî diyar bû ku goran cihê ynkê girt. tabî li ser vê yekê bandora nexweşbûna mam celal jî gelekî zêde bû.





noşîrvan ji xeynî pêşmergetî û siyasetmedariyê, her wiha nivîskareke jî, berhemên wî:

-kurds and ejams: a political history of iranian kurds Çapkirin 1992

-from the danaube shore to the nawzang valley: political events in iraqi kurdistan from 1975-1978 Çapkirin 1997

-the fingers which break each other: political events in iraqi kurdistan 1978-1983 Çapkirin 1997

-going around in circles: the inside story of events in iraqi kurdistan 1984-1988 Çapkirin 1998

-the government of kurdistan Çapkirin 1993

-the emirate of baban between the grinding stones of the persians and turks Çapkirin 1998

-xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî kurdistanî ‘iraq, 1984-1988, Çapkirin 1999

-kurdistanî ‘Êraq: serdemî qelem u murace‘at, 1928-1931, Çapkirin 2000

-kêşey partî w yekêtî, Çapkirin 1995

-Çend laper¯eyek le mêjuy rojnamewanîy kurdî, 1938-1958: rojnamewanîy nihênî, Çapkirin 2004



malpera sbeiy: http://www.sbeiy.com/ku/default.aspx

Malpera rojnameya Rojname: http://rozhnama.com/

Malpera Kompanya Wişe; http://wusha.net/



29.09.2013 13:11 | simurg56