Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karê xwendekarên kurd yên zanîngehan] de;

1. li gorî xwendekar û malabatan diguhere.

gelo karê xwendekarên kurd yên li zanîngehan xwepêşandan, çalakî, prostesto û hwd. e an beşa xwe xelaskirin û li dersê xwe xebitîn e?

hema bêje tevahiay malbatan ji ya duyemîn bawer dikin. lê helwesta xwendekaran ya di vî mijarê de ji hev cuda ne.

li gor fikra min, xelaskirina beşa xwe armanca yekemîn e. lê divê mirov ji civak, gel û rêxistina xwe jî dûr nekeve. lê bi qasê ku keda xwe û malbata xwe neke xetereyê de. ji ber ku ji bo piraniya malbatên kurd dan xwendina xarokên xwe, her wiha bareke ekonomîk e jî. weke xortek ji xwendina zankoyê zêdetir berê xwe dabe çalakiyên din, li gorî min dev ji zanîngehê berde û van karên hanê jî bi awayeke profesyoneltir bike çêtir e. bivê dikare here serê çiyê jî...

ji ber ku bi qasê dibînim, gelek xortên ku bi beşa xwe ya zankoyê re mijûl nabin û berê xwe didin çalakiyê siyasî, him ji xwendina xwe dibin, him jî ji ber ku rastiyê de ne mîlîtan in û tenê xwendekarên dilxwaz in, bi hêsanî dikavin dafikên sîstemê û ji çalakiyên siyasî him jî ji xwendina xwe dibin.



îro teyyip bêje hûn azad in ku perwerdehiya kurdî bidin hev, li holê tu mamoste tune ku bikare dersa fîzîk, biyolojî, erdnîgarî, dîrok, mûzîk, felsefe û hwd. bide. newsa? BI YA min yek ji sedemên vê yekê jî rewşa ku me li jor besê kiriye, ye. ku hinekan jî hewl dabûyan ku ji beşa xwe bi awayeke baş derbas bibe û ji bo kurdiya vê zanistê hîmên bingehîn dêne, tev bigeriya, wê ji bo perwerdehiya kurdî bingeheke me hebûya.

tê de peyvên ne munasip hebin jî pêşiyên tiştinan gotine ser vê yekê:

(bnr: li xwîna bavê xwe geriya qûna xwe jî li ser danî)

(bnr: çû heyfa bavê qûna dê jî da ser)



02.10.2013 15:55 | simurg56