Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nîskê nokê] de;

1. lîstikeke zarokatiyê ye ku me zarokan destên xwe bi hevre datiniya ser erdê û tiliyên xwe ji hev vedikirin. û ji rêzê ve bi gotina gotinên li jêr me tiliyan dêjmêrt. dema gotin qediyan, li ser tiliyê kê qediya be wî ev tiliya xwe digirt. dîsa û dîsa dubare dikir, hemû tiliyên kê pêşin biqede, wî qezenc dikir.

gotin wisa bûn:



nîskê, nokê, mala ebedokê

gîskê emer bidoşe

bû teq reqa sabûnê

binê dara zeytûnê

silav eyş û xatûnê



(an jî ya ku min fêhm dikir/xeyal dikir ev bû)



07.06.2013 10:14 | simurg56