Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zombî] de;

5. yek ji klîşeyên fîlmên tirsê ye ku çi bikim jî nikarim jê bawer bikim û jê bitirsim.

ji ber ku mantiqa wan, pardon bêmantiqiya wan nikarim nebînim.



niha ev pepûkên hanê li gor piraniya fîlman, (miriyên şiyarbûyî bin jî, mirovên bin bindora vîrûsek de bin jî), bi gule û lêdana bi daran nayên kuştin. tenê dema serê wan were jêkirin an jî parçekirin, dimirin. çima? ji ber ku navenda sîstema rihekan, mejî ye. temaam. nexwe mantiqa wan vê zombiyan ne weke tiştekî efsûnê lê belê di nav sînorên zanistê de, dihesibînin. lê belê ne wisa ye jî:



- mirov biaqil be jî, bûbe zombî jî, ger zagonên zanistê derbasdar be, dema lingê mirov bişike, taybetî jî dema movikên mirovan bişike, ne zombî lê şeytan be jî nikare bimeşe. hele hele, bezîn û bazdan ne pêkan e. ji ber ku laşê mirovan de jî mekanîk heye û li gorî zagonên mekanîkê mirov dikare tevgerê bike. yanê ger movikên we neşixule meşîn û bezîn ne-pê-ka-ne.



- ev pepûkên hanê, ji zikên xwe fîlan darbeyan distînin û zikên wan difelişin lê dîsa jî namirin. çawa? ku ev zombî jî weke mirovan ne ji xwarinê enerjiyê bistînin, nexwe çavkaniya enerjiya wan çi ye? divê tu vê vebêjî ku em bawer bikin û ew dikarin birçî/bê zik/bê ûr û rovî dikarin bijî.

dîsa, li gorî mantiqa van fîlman xwînîbûn jî ji bo wan ne xem e. nexwe ger sîstema gera xwînê jî tune be nexwe pêwist e her organ, enerjiya xwe ew bixwe biafirîne. lê çawa? kanî vegotina we tabî tune.



- zombî dikarin bi dest û lingên xwe û bi taybetî bi serê xwe camên stûr bişkînin û tu tişt jî bi wan nayê. lê tu dera fîlman de nayê gotin ku ev nexweşî/vîrûs an jî çi gû be, çawa ku digihe mirov hemû raçînkên wî/wê weke hêsinek qewî dike. ger ne wisa be dema zombiyek serê xwe li derekê bide, lazim e cî da ji ber xwînîbûna mejiyê qûna xwe berhewa bike.



welhasil ji serê heta binî bêmantiq e. ma pêwist e ku bi mantiq be? erê pêwist e. ger tu li şûna xeyaletan zombiyan hilbijêrî û bi vê hilbijartina xwe îddîa bikî û bawer bikî ku te fîlmek xeyalî-zanistî çêkiriye û ne fîlmek der-mantiq e; pêwist e tu bersiv bidî van pirsan.



(bnr: pir aciz im tirşik)



18.10.2013 00:00 | simurg56