Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cms] de;

1. kurteya content management system bi kurdî jî sîstema rêvebirina naverokê.

ji bo sîstemên avakirina malperên înternetê tê gotin. tişta ku ev sîstem (program, an ji nivîsbarî, carina jî script) dike; naverokên ku li ser pêşkêşkera malperê hene bi navrûyeke dixe şêweke ku mirov bikare bibîne, bixwîne û hwd. her wiha dikare agahî û pelan ji bikarhêneran bistîne li pêşkêşkera xwe bar bike.

sîstem an jî pergalên rêvebirina naverokê piranî yek-alî ne û armanca wan ew e ku naveroka bigihîne bikarhêneran. lê weke mînak sîstemên foruman de an jî ferhengên mîna tirsik.netê de armanc parvekirin e, yanê têkiliyeke dualî heye. hinek ji mînakên herî populer jî wisa ne: joomla, smf (simple machine forum), wordpress, v-bulletin û hwd.



07.06.2013 12:18 | simurg56