Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cejna qurbanê] de;

10. cejnek çandî ye. di quranê de behsa vê cejnê nayê kirin û behsa serjêkirina qurbanê jî nayê kirin. yanî çîroka ku li jor behsa wê hatiye kirin ku qaşo wê pêxember kurê xwe bikire qurban fîlan hemû derew in û tu bingeha wan di quranê de tune.



lê tabî zanyarên me yên ku di her tiştî de delîl û çavkniyan didin, dema mesele bibe îslam tenê edetên civakî weke çavkanî didin û rexneyên xwe li ser vê bingehê ava dikin.



welhasil, çîroka qurbankirina zarokê xwe bêbingeh e. û cejna qurbanê ne cejnek olî, lê cejnek çandî ye. pîrozkirina cejnek wisa, li gorî îslamê ne qedexe ye lê ne ferz û tiştek din e jî. serjêkirina heywanan ne guneh e lê belavkirina goştê wan baş e û xêr e.



25.09.2015 10:54 | simurg56

1. yek ji cejnên dînê îslamê ye ku vê cejnê de 2. tişta ku me herî zêde jê hez dikir, weke nuqteyekê xwîna qurbanê li nîvê nava eniya xwe xistin bû. bêguman ya herî xweş, berhevkirina şekiran bû.



11.10.2013 21:07 | simurg56