1. mûzîkjenek japonî ye ku berhemên wî piranî li sekingehên otobûsên navber-bajêr de, tê lêdan; ji ber ku bêgotin in û kesî aciz nakin. lê ji ber vê yekê, mixabin mûzîkên kîtaro her tim ambiyansa van deran tîne bîra min û tama mûzîkê hinekî direvîne.
yek ji mûzîkjenên naskirî yê mûzîka serdema nû ye. (bnr: new age)
ji bo mûzîkjenên din yê vê mûzîkê jî (bnr: vangelis), (bnr: yanni)
navê wî yê rastîn masanori takahaşi ye. nav û leqabê kitaro, ji aliyê hevalên wî ve jê re tê gotin ku ev nav, navê karakterek anîmeyê ye.
kitaro, sala 1953 de li japonyayê hatiye dinyayê. salên lîseyê de bi mûzîkê eleqedar bûye û komek bi navê albatross ava kiriye.
malbata wî pêşîn nexwestine ku kitaro kariyera mûzîkê bike. malabata wî, ew şandine ku li şîrketekê bikeve îş lê ew bêyî ku ji malabata xwe re bibêje ji mal derdikeve û diçe li karên part-time dixebite û bi vî awayî ji bo mûzîkê derfetan çêdike.
salên pêşîn yên 1970iyan de tevlî koma far east family band dibe û bi saya wan li dinyayê digere.
bi naskirina Fumio Miyashita û derketina tûra dinyayê, li ser kitaro bandorek cîdî çêkiriye û bi vî awayî berê xwew daye mûzîkên ruhanî û yê medîtasyonê. her wiha bi saya naskirina Klaus Schulze, enstrumana synthesizer nas kiriye ku ev enstrûman pêşerojê de bûye enstrûmana wî ya sereke.
kitaro nêrîna xwe ya ji bo jiyanê wisa bi kurtî tîne ziman "mûzîk, runahiyetê tîne bîra mirov û ya girîng ew e ku mûzîk bikare mirovan beraliyê raman û hestan bike"
baweriya wî bingeha xwe ji baweriyên budîzm û şînto, distîne.
kitaro herî zêde bi berhema xwe ya bi navê the silk road (riya hevrişîmê) hatiye naskirin.
kitaro, demeke bi solîstê koma yes; Jon Anderson re jî xebitiye.
sala 2000an de kitaro xelata Grammy stand.
The Silk Road: The Rise And Fall Of Civilizations navê rêze-belgefîlmekê ye ku kitaro ji bo vê projeyê mûzîkê çêdikir û jixwe bi saya vê projeyê kitaro li dinyayê navdarbû. ev belgefîlm cara yekem sala 1980an de hat nîşandan û bi qasê 10 salan dom kir.
dîskografiye wî;
1978 - Ten Kai/Astral Voyage/Astral Voyager/Astral Trip
1979 - Full Moon Story/Daichi
1979 - Oasis
1980 - Silk Road (a.k.a. The Soghdian Merchants on VHS)
1980 - Silk Road II
1980 - In Person Digital
1980 - Silk Road Suite
1981 - Silk Road III: Tunhuang (Japanese original title: Tonko)
1981 - Best of Kitaro vol 1
1981 - World of Kitaro
1981 - Ki
1982 - Millennia (Queen Millennia movie soundtrack)
1983 - Silk Road IV: Tenjiku/India
1984 - Silver Cloud/Cloud
1984 - Live in Asia/Asia Super Tour Live/Asia
1986 - Toward the West
1986 - Tenku
1987 - Light of the Spirit
1988 - Ten Years/Best of Ten Years
1990 - Kojiki
1991 - Live in America
1992 - Dream/Lady of Dreams
1993 - Heaven and Earth
1994 - Mandala
1995 - An Enchanted Evening - Live
1996 - Peace On Earth
1997 - Cirque Ingenieux
1998 - Gaia-Onbashira
1999 - Best of Kitaro vol 2
1999 - Thinking of You
2000 - The Soong Sisters
2001 - Ancient
2002 - An Ancient Journey
2002 - Daylight, Moonlight in Yakushiji - Live
2003 - Best of Silk Road
2003 - Sacred Journey of Ku-Kai
2004 - Shikoku 88 Places
2005 - Sacred Journey of Ku-Kai Volume 2
2006 - Spiritual Garden
2007 - Sacred Journey of Ku-Kai Volume 3
albûmên din;
Asian Cafe/Ashu Chakan (Best Of)
All Roads Lead To Rome
Across The Karakum Desert
Across The Pamir
Dansu
Deep Forest
Endless Journey
Healing Forest (Best Of)
Ninja Scroll (Soundtrack)
In Silent
In Search Of Wisdom
Journey To The Heart I
Journey To The Heart II
Journey To The Heart III
Journey To The Heart IV
Kaiso (Kitaro's World Of Music)
Karuna (Kitaro's World Of Music)
Mu Land
Mizu Ni Inorte
Morning Light
Music For The Spirit Vol. 1
Music For The Spirit Vol. 2
Music For The Spirit Vol. 3
Music For The Spirit Vol. 4
Nile (Single, 2001)
Six Musical Portraits
Tamayura (DVD)
Tento Chi
Tokusen 1
Tokusen 2
Vertigo
Yakushi-Ji
yên din û kitaro;
Far East Family Band - Far Out (1973)
Far East Family Band - The Cave Down To Earth (1974)
Far East Family Band - Nipponjin (1975)
Far East Family Band - Parallel World (1976)
Far East Family Band - Tenkujin (1977)
Gyoto Monks - Gyoto Monks
Gyoto Monks - Freedom Chants From The Roof Of The World
malpera wî ya fermî; http://www.kitaromusic.com
|