Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [iclal aydın] de;

1. berî her tiştî, li ser navê mirovatiyê, ji berxikên ku li jêr qala wan tê kirin, lêborînê dixwazim. xwedê cihê we bike cinnet.



iclal aydin, pêşkêşvan û lîstikvanê tirk ê esil-kurd e ku asîmîlebûna xwe bi serbilindî vedibêje.

nizanim li ku bû lê di hevpeyvîneka xwe de digot ku bapîr û dapîra wê qet tirkî nedizaniyan. wexta ew bixwe zarok e, mamosteyên taybet digirin ku keça wan hînî tirkî bibe. dema ku ev xanim li organîzasyonekê de xelata "tirkî-axaftina her baş" distîne û bi vê bûyerê malabata wê bi wê serbilind dibe, pê şanaz dibe û ji bo vê bûyerê nizanim çend berxikan dikin qurban.



kengê vê ...'ê dibînim, hişê min ji nû ve û dîsa jê diçe. kurteya jiyana wê wisa ye "malabatek kurd, ji bo ku keça wan nebe kurd, serweta xwe xerc dikin û dawiyê de wê têdixin nav tirkan û niha ewqas gihana armanca xwe ku êdî ji hev û din qet fêhm nakin."

erê vê jinikê baş nîşan daye ku, kurdek dikare bêveger tirk û kes jî nikare wê û tirkek ji hev veqetîne.



12.10.2013 09:45 | simurg56