Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kampanyaya opsîyona kurdî li ser google translate] de;

8. kampanyaya ku ez bawer nakim heta salan jî bi ser bikeve. ji ber ku girêdayî hewldana kurdan bixwe ye.

kurdên me dixwazin google hînî kurdî bibe û paşê wergera li kurdî bike. lê wisa nabe, divê tu çavkaniyek têr û tije bidî googlê ku bingeha wergerê bike. ji bo vê jî wergera bi hezaran hevokan dixwaze ji kurdan.

ez hêvî dikim ev werger werin kirin û lê ya rastî di demek kurt re hêviya min tune.



23.01.2015 23:29 | simurg56

5. nûçeyeke xêrê ye. min jî xwe li formê qeyd kir.



30.01.2014 20:13 | simurg56

3. kampanyeyek cî de ye lê... sedema nebûna vê yekê ne bi temamî kêmasiya google'yê ye.

her wiha ji ber ku di destê google'ê de tu ferhenga kurdî ya fireh ya online tune, bixwaze jî nikare tiştekî wisa çêbike.

encax bi piştgiriya saziyeke weke enstîtûya kurdî, dikare pêkan be. ger googleê ji wan arşîva wan xwestibe û wan jî nedabe, dîsa ev kar nabe.



ji aliyê din ve îhtîmalek mezin hemû ferheng li bingehên xwe ji ferhenga zimanêyekemîn-îngîlîzî dixebite. yanî ger hûn ferhegek îngîlîzî-kurdî bidin googleê wê google bi saya îngîlîzî bikare kurdî wergerîne îngîlîzî û ji wir jî wergerîne zimanên din. lê ma înternetê de û pirtûkxaneyan de ferhengeke mezin û kêrhatî ya îngîlîzî-kurdî heye? mixabin tune.

ya herî mezin ferhenga me ye: http://turkcekurtcesozluk.com/index.php/index/2.xhtml

lê ew jî hê asta pêşdebirinê ye û gelekî kêm e.



bi ya min ji ber van sedeman google'ê nekare tiştekî bike.



15.10.2013 20:40 | simurg56