Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yıldızların efendisi hayyam] de;

1. romanek dîrokî ye di derbarê jîyana omer xeyam de. ya rastî mirov nikare weke dîrokî bi nav bike. ji ber ku 10 qet 20 qet xeyalan li agahîyên eseh yên dîrokê zêde kirine. di derbarê jîyana rojane û taybet ya omer de gelek kêm tişt tên zanîn lê belê harold lambê ku nivîskarê pirtûkê ye, li gorî keyfa xw eomer xistiye di nav serpêhatî, macera, sîyaset û gelek kêşeyên din yên wê demê.
pirtûk xweş tê xwedin, ne romanek xerab e lê dema mirov bizane ku çiqas ji xeyalî ye, dilê mirov hinekî jê sar dibe.

roman ji salên şerê melezgirtê destpê dike. jixwe xeyam jî wan deman jîyaye. di pirtûkê de navdarên weke alparslan, melikşah, nizamilmulk, hasan sabbah û gazalî jî wek karakter cî digirin.

di beşekê de behsa kurdan jî tê kirin ku mixabin di vê beşê de kurd gelek çîyayî ye ku êrîşî kerwanan dike û wan talan dike. em nikarin bêjin ku ji rastîyên dîrokê gelekî dûr e: (bnr: anabasis) (bnr: vegera deh hezaran)



22.03.2024 21:45 ~21:45 | simurg56