Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo zarokan materyalên kurdî] de;

3. dibînim ku materyalên ku wê herî zêde weke fîlmên karton were peydakirin.

aniha min 10 beş cedric, 11 beş redkit û gelek beşên tsubasa peyda kirin.

ka ez hinek din hewl bidim, em ê paşê yên destê xwe de parve bikin.



19.10.2013 00:02 | simurg56

1. mixabin gelekî hindik in. eslê xwe de ne ewqas hindik in, lê mixabin li tu derî bi awayeke berhevkirî tune. nexwe heta niha gelek fîlmên karton li kurdî hatin wergerandin. ger me bikariya bi kalîteyek baş, van fîlman peyda bikin belkî me bikariya cd û ji bo kurdî hînkirina zarokan, bi kar bianiya.

çîrok û pirtûkên kurdî jî dîsa dikarin di nav van materyalan de hebin. heta lîstikên komputerê jî tê de.

berê min du lîstik wergerandibûn lê niha dixebitin an na, nizanim: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_phocadownload&view=sections&Itemid=2



berî salekê min ji roj tv û hwd. re mail şandibû ku fîlmên karton yên ku berî salan weşandibûn, bi me re parve bikin. lê mixabin bersiv nedan. gromît hebû, mîrza bilûrî hebû, kevroşkê bavê çar kur û keçikekê hebû... fîlmên xweşik hebûn lê mixabin min nekarî peyda bikin.



ger em van materyalan li vir parve bikin, belkî ji bo zarokên me xelasiyek pêkan bibe.



18.10.2013 16:08 | simurg56