Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erdal ronahî] de;

4. di eslê xwe de doktor e û heta li kampa mexmûrê jî xebitîye. ji min re behsa serborîyek xwe kiribû wextekê:
dema li kampa mexmûrê dixebite, piştî wextekî malbatek tê cem wî da ku şîkayeta wî bikin. dibêjin tu her tim dermanên zer didî mirovên ji malbata me lê her dem dermanên spî didî mirovên ji fîlan malbatê. ma dertekî te heye bi me re? tu dixwazî me sewir bikî?
tabî camêr şaşwaz bûye.



01.05.2021 19:55 | simurg56

1. miroveke gelekî hêja ye. bi eslê xwe elman e û malabata wî de tu kurd mird tune lê kurdiya wî ji piraniya kurdan baştir e. helbet navê wî yê rastîn jî ne erdal ronahî ye. neyse ez zêdetir agahiyên wî yên taybet nebêjim.

li ser înternetê bingeha gelek tevgerên kurdî ji hêla wî ve hatiye avêtin.

weke mînak wîkîpediaya kurdî ji aliyê wî ve hat destpêkirin.

dîsa xebatên ubuntu/linux'a kurdî jî dîsa bi gavên wî hat destpêkirin.

heta berî çend salan jî me bi hev re ji bo ubuntuya kurdî kar dikir û malpera pckurd.net'ê bi rê ve dibir.

wê demê wergera ubuntuyê bûbû fermî û rêjeya wê jî bi pêş ketibû. niha jî ubuntu dikare kurdî were bikaranîn (sîstema komputera min ubuntuya kurdî ye, ne windows) lê rêjeya wergera wê ket.

neyse, mesele ne ev e.

dîsa malpera ferheng.org jî xebateke wî ye.



hevalê erdal mirovek ewqas jêhatî û xêrxwazê kurdan e ku mirov bi tu awayî nikare ji bin deynê wî derkeve.



19.10.2013 10:29 | simurg56