Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêfal] de;

1. navê masiyên ji familyaya Mugilidae ye.

navê xwe ji peyva kefalos ya yewnanî standiye ku wateya wê serî ye.

masiyên dirêj in û ji her dualiyan laşê wan hinekî pêdeçûyî ye. diranên wan gelekî biçûk in an jî tune ne. laşê wan bi pulên sikloid pêçayî ye, berî pehtina kêfalan pêwist e bi alîkariya kêrekê ev pul werin werihandin. herî zêde bi xwarina alg'an jiyana xwe didomîne. li avên tenik dijîn.

piranî weke masiyek ku girtina wê hêsan e, tê zanîn.

jim li avên şûr (behr) him jî li avên şêrîn (gol, rûbar) dijîn. heta li avên ku gelekî pîs in jî dikarin bijîn. pêwist e yên ku li deverên wisa hatine girtin neyên xwarin, ji ber ku wê tama wan ne xweş be.

lê kefalên ku ji behra paqij hatine girtin, ne xerab in.

him li firinê de, him nav ronê de him jî li izgarayê dikare were çêkirin.



ji ber ku girtina wan gelekî hêsan e, tirkî de ji bo kesên saf jî tê gotin.



wexta paqijkirina wê de pêwist e ew zara reş û zirav ya zikê wê de jî were paqijkirin û tama wê xerab neke.



20.10.2013 21:22 | simurg56