Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunebûna reseniya sînemaya tirkan] de;

1. rastiyek balkêş e.

tevî ku ev nêzikî sed sal in dewletek qaşo modern ava kirine û dîsa nêzikî sed salan destê hişmendiya van mirovên ku dibêjin ew modern û pêşverû ne, de ye; dîsa jî heta niha gelê tirk nekariye çanda sînemayek resen biafirîne ku li dinyayê were nasîn û bê axaftin.

ya ku jê re dibêjin yeşilçam jî piranî dizehiyên ji fîlmên biyanî, ye.



bi rastî tiştekê ecêb e. niha bi qasê fîlmên îspanyolî, fransî, japonî, koreyî, elmanî, amerîkî, farisî fîlmên tirkan nizanim ku bandorek dem-dirêj li ser min kirine. tenê 2-3 heb fîlmên îstîsna yên tirkan hene ku nikarim bandora wan ji ser xwe bavêjim.



erê fîlmên komedî zehf in û taybetî yên weke kemal sunal, yên pir serkeftî jî hene. lê ev jî ne berhemên navnetewî ne û jixwe weke huner jî nikarin werin binavkirin. loma derveyî mijarê ne.



dev ji her tiştî berdin hê li tirkiyeyê, ji bo fîlmên xwe yên tirek nikarin efektên cgi, weke benîademan çêbikin. hê nikarin sahneyeke teqînê baş çêbikin.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



ha, hûnê bêjin ma sînemaya kurdan heye? rast e ya kurdan jî tune lê şert û mercên kurdan gelekî cuda ye.



21.10.2013 22:50 | simurg56